19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
DIHOK
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, daxwaz ji Emrîka, Hikûmeta Iraqê û hevpeymanên neteweyî kir ku rola xwe bînin cih û PKKyê ji Şengalê derxînin da ku xelk vegere.
Xelîl, li ser hebûna rêxistina terorî PKKyê li Şengalê ji bo peyamnêrê AAyê axivî û diyar kir ji bo xelk vegerin cihê xwê divê çekdarên rêxistinê ji ji herêmê bên derxistin.
"Divê çavkaniyên darayî yên PKKyê werin hişkkirin"
Qeymeqamê Şengalê, îdia kir ku sedema mayîna PKKyê li Şengalê bêxemiya Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan e. Herwiha hebûna serçaveyên darayî ye.
Xelîl der barê serçaveyên darayî de wiha got:
"PKK li sînorê Sûriye û Iraqê xeracê ji welatiyan distîne. Ev jî dibe sedem ku PKK dest ji herêmê nekişîne. Em ji Emrîka, Iraq û hemû welatên di Hevpeymana Navneteweyî de endam in dikin. Bila herkes ji bo hişkkirina serçaveyên darayî yên PKKyê hewlên xwe zêdetir bikin. Lewra yek ji esasên bihêzbûna terorê hebûna serçaveyên darayî ye."