Zafer Fatih Beyaz
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn ê hat ziyareta Tirkiyeyê, bi merasima fermî pêşwazî kir.
Erdogan û Tebbûn derbasî hevdîtina rûbirû bûn û piştî hevdîtinan dê serokatiya Civîna Konseya Stratejiya Astbilind bikin.
Piştî civînê Serokomar Erdogan û Tebbûn dê beşdariya îmzekirina peymanan û civîna çapemeniyê ya hevbeş bikin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Şêwirmendê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat jî beşdariya merasimê kirin.