24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
BITLÎS
Walîtiya Bitlîsê daxuyand ku li mal û odeyên wan ên meqamê yên Şaredarê Bidlîsê yê DBPyî Huseyîn Olan û Endama Meclisa Şaredariyê Nevîn Daşdemîr Dagkiranê ku di operasyona terorê da hatin binçavkirin, lêgerîn hat kirin û di encamê da gelek dokumenên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku bi destê Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr va xebatên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê berdewam in.
Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bidlîsê da ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê, fealiyet û çalakiyên li ser navê rêxistina terorê, alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê" Şaredarê Bitlîsê yê DBPyî Olan û Endama Meclisa Şaredariyê Dagkiran hatin binçavkirin.
Di dewama daxuyaniyê da jî wiha hat destnîşankirin, "Li mala şexsan, li odeyên meqamê yên Şaredariya Bidlîsê û li Navenda Hevkariya Jinan a Dîlanê lêgerîn hatiye kirin. Di lêgerînan da gelek dokumenên rêxistinî û alavên dîjîtal hatine qefaltin. Li ser telîmata dozgerê komarê der heqê şexsan da tehqîqata edlî dest pê kir."