Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
HATAY
Jinên ku li Hatayê beşdarî qursên neqşkirina keviran dibin bi berhemên çêdikin debara xwe dikin û nanê xwe ji kevir derdixin.
Jinên di çarçoveya Projeya Kesên Kevir Ji Nû va Disêwirînin a Şaredariya Defneyê kir rewacê û Walîtiya Hatayê jî piştevaniyê dike da ji aliyekî va hunera neqişandina kevir hîn dibin û ji aliyekî va jî berhemên çêdikin difiroşin û pere qezenc dikin.
Şaredariya Defneyê di avahiyeke xwe ya li Taxa Herbiyeyê qurs vekiriye û jinên li atolyeyê dixebitin bi saya perwerdehiya hildane va niha bîblo, peyker û fîgurên curbecur ên kevirîn çêdikin.
Şaredar Îbrahîm Yaman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku demekê li bajêr neqşkirina keviran li navçeyê gelekî di rewacê da bûye lê niha ev huner li ber bîrkirinê ye û bi armanca ji nû va bi ser xwe da bê û jin bibin xwedî karekî ev qurs dan destpêkirin.
Yaman diyar kir ku jinên beşdarî qursê bûn di demeke kurt da xwe pêşva birin û berhemên ji hev xweşiktir çêkirin û wiha dewam kir: "Gelek aliyên neqişkirina keviran hene. Kesên tevlî qursê bûne bi tenê wê peykerî û bîbloyan çênekin. Ji bilî wan ew neqşên li ser kêran, ser pace û deriyan dihatin çêkirin jî niha dikarin çêkin. Ez wiha bawer dikim niha li herêma me gelek deverên kevn ên divê ku bên restorekirin hene û di dema restorekirina wan berheman da wê gelek kar bikeve ser milên van hevalên me."
Hosteya kevirneqişkirinê Mutîa Keremogluyê diyar kir ku bi saya projeyê ev kar wê neyê jibîrkirin û bi kêrî kesên dixwazin kevir bineqişînin bê.
Esya Bahçeciya ku dayika du zarokan e û tê qursê jî destnîşan kir ku ew bi kêfxweşî tê vî karî hîn dibe û bi hevalên xwe ra wextê xwe derbas dike.
Lale Heybeliyê jî ragihand ku ew li qursê hînî gelek tiştî bûn û ew pir hez dike ku kevir neqiş bike.