29 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ADANA
Li Edeneyê 8 kesên ku tê îdiakirin endamên PKK/KCKê û rêxistinên terorî yên din in û li ser medyaya civakî propagandaya van rêxistinan kirine hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr destê sibê operasyon birin ser kesên ku hat tesbîtkirin di medyaya civakî da propagandaya rêxistinên terorî û PKK/KCKê kirine.
Di operasyonan da 8 şikbar hatin binçavkirin. Şikbarên ku li Yekeya Tiba Edlî ya Edeneyê di kontrola tenduristiyê ra hatin derbaskirin birin Midûriyeta Ewlekariya Bajêr.
Ekîban dest danî ser telefonên şikbaran.