16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
MUŞ
Li gundewariya bajaroka Karaagaça li ser navenda Mûşê mensûbên PKKya rêxistina terorê hatin tesbîtkirin û li dijî wan operasyon dest pê kir û ji asmanan va jî piştgiriya operasyonê tê kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, welatiyên mezra Çubukliya bajaroka Karaagaçê mensûbên PKKya rêxistina terorê dîtin û xeber dan hêzên ewlehiyê.
Hêzên ewlehiyê li ser êxbarê çûn herêmê û ji bo girtina terorîstan operasyon dest pê kir û ji hewa va jî piştgiriya operasyonê tê kirin.
Duh terorîstan bi çekên lûledirêj û roketan va êrîşî qereqola cendirmeyan ya Kizilagaçê kiribû û gundparêzek di êrîşê da şehît bibû, 2 gundparêz jî birîndar bibûn. Operasyona ku piştî vê êrîşê dest pê kiribû jî didome.