Li Tunceliyê operasyona terorê
Walîtiya Tunceliyê: "Di herdu şikeftan de 100 qayişên kaleşnîkofê, tup, aku, 2 qilifên şarjorê, 16 cil û berg, 7 cot sol, 2 tilumên xewê, 20 mêtre branda, 10 mêtre naylon, çente, gelek amûrên rojane û derman hatin desteserkirin."Sevim Hatun
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di operasyona hêzên ewlekariyê ya li dijî terorîstan de, 2 stargehên rêxistina terorê hatin tespîtkirin mihimat, alav, kel û melên rêxistinê hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê ya Tunceliyê de hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr li dijî rêxistina terorê operasyon li dar xist.
Hat daxuyandin ku operasyonên li dijî terorê bi biryarî dewam dikin û wiha hat gotin:
"Di herdu şikeftan de 100 qayişên kaleşnîkofê, tup, aku, 2 qilifên şarjorê, 16 cil û berg, 7 cot sol, 2 tilumên xewê, 20 mêtre branda, 10 mêtre naylon, çente, gelek amûrên rojane û derman hatin desteserkirin."