Fatih Gazioğlu
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da çek, muhîmat, dokumanên rêxistinî û gelek amûrên jiyanê hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, tîmên cendermeya navçeyê li ser îxbarê li taxa Esenyamaçê operasyon bir ser PKKya rêxistina terorê.
Di lêgerîna şikeft û stargehên li herêmê hatin dîtin da tivingek piyade AK-47, 4 şarjor û fişengên wê, 3 tûlûmên nivistinê, kon, materyalên dijîtal û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiyê li herêmê operasyon wê dewam bikin.