28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku 4 terorîstên endamê PKK/KCKya rêxistina terorî yên ku duh li Sirûca navçeya Şanliurfayê hatin qefaltin li dijî wezîfedarên eskerî, ewlekarî û rêvebirên AK Partiyê plana çalakiyê amade kirine.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji Midûriyeta Ewlekariya Bajêr hat sitandin, midûriyeta Şaxa Îstîxbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Şanliurfayê bi hev re operasyon li dar xist.
Di daxuyaniyê de cî dan van agahiyan:
"Li navçeyê wezîfedarên eskerî û ewlekariyê li ser îstixbarata wê li dijî wezîfedarên ewlekarî û rêvebirên AK Partiyê operasyon were lidarxistin, operasyon kir. Di operasyonê de 4 gumanbar hatin qefaltin. Di operasyonê de çekên tê gotin wê di sûîqestê de bihatana bikaranîn hatin desteserkirin."
4 endamên PKKya rêxistina terorê ku bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibûn hatin qefaltin, di lêgerîna li navnîşanên wan de gelek çek û muhimat hatin desteserkirin.