28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ANKARA
Di operasyonên dijî terorê yên 10 rojên dawî li giştiyê welêt hatin kirin de 65 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di navbera 19-28ê hezîranê de, 835 operasyon hatin kirin. Di encamê de 65 terorîst hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyonê de 866 kes bi îdiaya alîkarî dane rêxistina terorê, 50 kes bi îdiya peywendiya wan bi DEAŞa rêxistina terorê re heye, 474 kes di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parelel (FETO/PDY) de, 5 gumanbar di çarçoveya rêxistina terorê ya çepgir de hatin binçavkirin.
Di operasyonan de 36 jê kuştî, 13 sax, 16 teslîmbûyî bi tevahî 65 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Diyarbekir, Sêrt, Mêrdîn, Mûş, Wan û Gîresûnê hatin birêvebirin de 27 sitargeh, şikeft hatin rûxandin; 17 teqemeniyên destî û mayin hatin îmhekirin.