Haydar Şahin
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
HAKKARİ
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar piştî teqîna li Baregeha Girê Sunguyê ji bo lêkolînê bike bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan û Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Beja ra hat Hekariyê.
Orgeneral Metîn Temelê Fermandarê Artêşa 2yan û rayederên esker li Balafirgeha Selaheddîn Eyyubî ya Yuksekovayê pêşwaziya Wezîr Akar û fermandarên pê ra ki.
Wezîr Akar der barê teqîna li Baregeha Girê Sunguyê da agahî sitand û telîmat dan.
Wezareta Berevaniya Neteweyî diyar kiribû ku li gor agahiyên ewil, li Baregeha Girê Sunguyê di dema guleberdanê da qeza çêbû û di qezayê da 25 esker birîndar bûn û xebatên lêgerîna 7 eskeran hê dewam dikin.
-Dadgeriya Cezaya Silhê ya Şemzînana Hekariyê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Navçeyê der barê bûyera li Herêma Baregehê ya Girê Sunguyê de biryara qedexeya weşanê da.
Di biryara Dadgeriya Cezaya Silhê de hat destnîşankirin ku lêpirsîna der barê teqîna li Bataryaya Topavêj a Herêma Baregehê ya Girê Sunguyê yê herêma Gelîşenê ya navçeyê çêbû de dewam dike.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku di çapemeniya nivîskî û dîtbarî û înternetê de hin agahî û dîmenên şaş hatine weşandin û wiha hat gotin:
"Ji bo ku ev rewş nebe asteng ku lêpirsin bi awayekî baş bê kirin, civak nemîne bin tesîrê de, dema mirov wehameta bûyerê û nîzam û ewlehiya kamûyê dide pêş çav li gor madeya 3/2 ya qanûna bi nimreya 5187 heta ku lêpirsîn bê temamkirin di çarçoveya dosyeya lêpirsînê de daxwaza bila ji bo her cure nûçe, hevpeyvîn, rexne, dîmen û weşanên hwd di çapemeniya nivîskî, dîtnarî û çapemeniya civakî û înternetê de qedexeya weşanê bê dayîn ji ber ku li gor qanûnan e û li gor ûsluê ye biryar hat dayîn ku daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê bê qebûlkirin."