02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
AGRI
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malbata Mevlut Bengiyê ku çend roj berê terorîstên PKKyî li Bazîda navçeya Agiriyê kuşt ra telefon vekir û serxweşî da. Erdogan got, "Rebê min me di bihuştê da bigihîne hev. Em ê dewam bikin û ji xayînan hesab bipirsin."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, jina wî Hamdiye Soylu, Waliyê Agiriyê Suleyman Elban, Serokê Harekata Taybet Selamî Turker, Serokê Daîreya KOMê Resul Hologlu bi hev ra çûn mezreya Tirkmen a gundê Çîftlîkê û malbata Bengî ziyaret kir.
Wezîr Soylu bi firokeyê li têketina gund danî û ew û kesên pê ra heta mala Bengî meşiyan.
Soylu li wê derê diyarî da zarokan û li ber mala Mevlut bengî ji aliyê kekê wî Musa, kurê wî Mehmet, zavê wî Îbrahîm Demir va hat pêşwazîkirin.
Soylu derbasî malê bû û bi Fezîleya jina Bengî, Xanima diya wî û 8 jê keç 11 zarokên wî ra hat bal hev.
Wezîr Soylu serxweşî da malbatê û paşê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra telefon vekir û malbatê bi Erdogan ra xeberda.
Ji ber ku Xanim Bengiya diya Mevlut Bengiyê ku hat kuştin, bi Tirkî nizane, Ceylan Bengiya neviya wê axaftina wê û Serokomar Erdogan tercume kir.
Diya Bengî ji Erdogan ra got, "Hûna alîkariya me bikin, bira heyfa me hildin. Ez bi 11 zarokên xwe va bê xwedî mam. Zarokên min hemû piçûk in, li me xwedî derkevin."
Erdogan jî wiha got, "Înşallah, serê hemû zarokên me sax be, serê hemû malbatê sax be, Xwedê sebra we zêde bike."
Erdogan paşê der heqê malbatê da agahî ji Soylu stand.