Ekip
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê gotinên Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê yên li ser Tirkiyeyê de got: "Ji serê wî zêde ye. Bira li karê xwe mêze bike. Bira li karên welatê xwe mêze bikin, nexebitin ku Tirkiyeyê bixin rêzê. Tu kes nikare Tirkiyeyê têxe rêzê. Heqê tu kesî jî tune ku tevlî karên navxweyî yên Tirkiyeyê bibe, ji hedê wan zêde ye."
Yildirim piştî nimêja înê li Enqereyê Camiya Îskitlerê der barê rojevê de nirxandinên giring kirin, cewaba pirsan da.
Serokwezîr Yildirim ji ber ku sepandina cil û bergên yekcure yên mehkûman di biryarnameya îro hat weşandin da cî negirt wiha axivî got:
"Wezareta Dadê hê xebata xwe ya di vê mijarê da temam nekiriye. Xebat dewam dikin."
Li ser guherîna MÎTê jî wiha axivî:
"Der barê qanûna Misteşariya MÎTê de guherînek çêbû. Ji vir pê va Birêz Serokomarê me wê der barê Musteşariya MÎTê de hemû biryaran bide. Dema em li referanduma 16ê nîsanê dinihêrin, jixwe di sîstema nû de Misteşariya MÎTê û hemu saziyên din di bin banê Serokomariyê de kom dibin. Ji ber vê ev guherîna ku çêbû li gor guherîna sîstema hikûmetê ya 16ê nîsanê ye. Di saziyên qamûyê de qaîde esas in, li gor mewzuatê her kes wezîfe û rayeya ku tê dayîn dike. Ji ber vê, şîrovekirina vê meseleyê wek bêîtîmadiya Serokwezîr an jî tiştekî din niyeteke nebaş e."
Gotinên Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê yên li ser Tirkiyeyê jî Yildirim wiha nirxandin:
"Ji serê wî zêde ye. Bira li karê xwe mêze bike. Bira li karên welatê xwe mêze bikin, nexebitin ku Tirkiyeyê bixin rêzê. Tu kes nikare Tirkiyeyê têxe rêzê. Heqê tu kesî jî tune ku tevlî karên navxweyî yên Tirkiyeyê bibe, ji hedê wan zêde ye."