22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
MECLIS
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik got, "Xilaskirina Cerablus, Er Raî û Dabiqa ku ji bo DEAŞê girîng e muhim e. Bi van deran va 2 hezar kîlomêtreqere ji terorîstan hatiye safîkirin û 225 jîngeh hatine azadkirin."
Wezirê Parastina Neteweyî Işik li Lijneya Gişkî ya Meclisê der barê têkoşîna dijî terorê da agahî da û wiha axivî:
"Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da hetanî îro 1005 terorîstên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Wek mayîn 4 tank, 29 hewan, 97 wesayîtên ku 41ê wan bi çekin, 621 avahî û 61 kozikên parastinê, 28 navendên fermanê, 17 baregeh hatin îmhekirin, 11 wesayîtên bombebarkirî yên DEAŞê hatin teqandin. 299 terorîstên PKK/PYD/YPGyî hatin berterefkirin. Di van operasyonan da 14 avahî, 4 kozikên parastinê, 5 wesayît û droneyek ên PKK/PYD/YPGê hatin îmhekirin."
"Welatê ku li dijî rêxistinên terorê têkoşîna herî mezin dide Tirkiye ye"
Wezîrê Işik bal kişand ser têkoşîna dijî terorê ya li herêmê û wiha got: "Di heman demê da welatê ku li dijî DEAŞê, PKK/PYD/YPGê û DHKP-Cyê û li hemû rêxistinên terorê yên li herêmê têkoşîna herî mezin dide, tenê Tirkiye ye."
Işik li ser kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê got : "Di vê navberê da FETO jî vala nasekine, li dijî Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê sûîqesteke bêbext kir û her wiha li pey wan hesaban e ku peywendiyên me yên bi Rûsyayê ra yên ku bi hewl û xebateke mezin hatibûn serastkirin û hevkariya me ya tehliyekirina sivîlên li Helebê xirab bike. Tirkiyeyê nekeve xefika van lîstikan û dê teslîmî terorê nebe."
"Rûsyayê jî qebûl kir ku xetê bikişîne navbera mixalifên rûnerm û komên terorîst"
Wezîrê Parastinê Işik der barê cudahiya mixalifan û komên terorîst da wiha axivî: "Tirkiye ji serî vir da têkoşîna ku mixalifên rûnerm li dijî Esedê zalim didin wek midefeyeke meşrû dibîne. Îro Rûsyayê jî qebûl kir ku xetê bikişîne navbera mixalifên rûnerm û komên terorîst û cudahiya wan bibîne."