14 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ANKARA
AK Partiya ku di 14ê tebaxa 2001ê de hat avakirin, 15emîn salvegera avakirina xwe ji ber rêzgirtina kesên ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de şehîd ketin wê bi merasimeke sade ve pîroz bike.
Ji bo merasima êvarê amadehî dewam dikin. Li ber navenda giştî ji bo ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim biaxive dikek hat avakirin.
Li heman cihê ekranên mezin hatin amadekirin û kuçe û kolanên der û dora AK Partiyê bi alayan ve hatin xemilandin.
Wêneyê Mustafa Kemal Ataturk, damezrînerê AK Partiyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim hatin daliqandin.
Ji bo xebatkarên çapemeniyê jî ciheke taybet hat veqetandin.
2 hezar polês hatin wezîfedarkirin
Piştî 15ê tîrmehê hewla derbê ya FETO, tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û li der û dora navenda giştî jî tevdîran bal kişand. Qada ku êvarê Serokwezîr Yildirimê lê axaftinê bike, welatî wê di cihê kontrolê ra derbas bibin paşê biçin qadê. Midûriya Emniyeta Enqerê ji bo çalakiyê 2 hezar polês wezîfedar kirin.
Kolana Yaşamê ya ku derdikeve Navenda Giştî ya AK Partiyê û kolana Sogutozuyê hatin girtin û heta ku çalakî xelas bibe wê girtî bimînin.
Serokwezîr Yildirim wê di saet 17.00î da li Navenda Giştî ya AK Partiyê biaxive û beriya axaftinê rêzê were girtin û sirûda îstiqlalê weê were xwandin.
Çîroka 15 salan a AK Partiyê wê bi sînevîzyonê bidin temaşekirin. Di çarçoveya çalakiyê da pêşangeha wêneyan ya 15 sal rêwîtiya siyasî ya AK Partiyê wê li navenda giştî bê vekirin.