Sevim Hatun
04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
MARDÎN
Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu, derheqê encamên nefermî yên hilbijartina serdema 26emîn a parlementeriyê de got: "Di encama vê hilbijartinê de kurdên Tirkiyê nîşan da ku ew naxwazin ji Qendîlê va bên birêvebirin. Divê HDP jî bi vê paş zanibe. Gava ku em qala Pêvajoya Çareseriyê dikin, di hişê me da du tişt çêdibin. Ji vana yek xwebêçekkirina PKKya rêxistina terorê ye. Heke ku PKK û HDP çek danînê qebûl bike, em jî amadene ku bikevin diyalogê. Derdê me ew e ku terorîzm û hemû meseleyên terorê li Tirkiyê bên çareserkirin û di nav rûpelên dîrokê de winda bibin."
Mîroglu beşdarî civîna Serokatiya Bajêr a AK Partiyê li otêlekê li dar xist bû û di civînê de derbarê hilbijêrên Kurd da wiha axivî: "Hilbijêrên Kurd got, tu nikarî êdî ji Qendîlê telîmatan bidî Kurdan. Tu nikarî navbera min û rêvebiriya Enqerê xirab bikî."
Mîroglu got ku îro li pêşiya HDPyê du rê hene, ji hêlekê va dikare ji kiryarên PKKyê ra bibêje "erê" û ji aliyê din va jî dikare piştgiriyê bide Pêvajoya Çareseriyê, di vê rêyê da bibe yek ji piştgirên AK Partiyê.
Mîroglu destnîşan kir ku hemû Kurdên li Tirkiyê dijîn, mixatabên Pêvajoya Çareseriyê ne û wiha dewam kir:
"Gava ku em qala Pêvajoya Çareseriyê dikin, di hişê me da du tişt çêdibin. Ji vana yek xwebêçekkirina PKKya rêxistina terorê ye. Heke ku PKK û HDP çek danînê qebûl bike, em jî amadene ku bikevin diyalogê. Derdê me ew e ku terorîzm û hemû meseleyên terorê li Tirkiyê bên çareserkirin û di nav rûpelên dîrokê de winda bibin."
Mîroglu got "Heke PKK îro biryara vekişînê bide, Tirkiye di vê mijarê de çi hewce bike ew ê bi cih bîne û di vê mijarê de zirar negihîje tu kesî. Di encama vê hilbijartinê de kurdên Tirkiyê nîşna da ku ew naxwazin ji Qendîlê va bên birêvebirin. Divê HDP jî bi vê paş zanibe."
Parlementera Mêrdînê Ceyda Bolunmez Çankiri û Serokê Bajêr Mehmet Alî Dundar jî di civêne axivîn.