Önder Beyter
15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank ragihand ku 15ê Tîrmehê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, herwiha ji bo hemû miletên mezlûm û mexdûr ên li ser rûyê dinyayê bûye kaniya îlhamê û bûye nîşaneya serhildan û berxwedana li dijî zilmê û bûye nîşaneya serfiraziyê.
Wezîr Varank bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî peyamek weşand.
Varank da bibîrxistin ku 15ê Tîrmeha 2016an êvara înê, terorîstên Fetulahî yên ku di nava Artêşa Tirkiyeyê da xwe veşartibûn û herwiha yên ku 40 sal e mîna vîruseke tarî xwe di nava hêzên çekdar da veşartibûn, hewl dan ku derbeyeke xwînî pêk bînin û wiha dewam kir, "Bi xêra helwesta dilêr a brêz Serokomarê me ku gazî milet kir da ku dakevin qadan û miletê me yê ezîz jî bersiv da vê bangê û daket ser kolan û kuçeyan û li hemberî gule û bombeyên zirîpoş, tang, helîkopter û firokeyan sînga xwe kirin mertal, ev hewldana nemerd a derbeyê hat sekinandin."
Varank destnîşan kir ku 15ê Tîrmehê, wekî rûpeleke serfiraziyê, di dîroka birûmet a Tirk da ciyê xwe wergirt û wiha bal kişand, "15ê Tîrmehê navê rabûna Tirkiyeyê ya di sedsala 21emîn da ye."
Varank diyar kir ku 15ê Tîrmehê, ji bo gelê ku dîroka wî bi mêrxasiyê va hatiye nivîsîn, wesîqeyeke nû ya serbilindiyê ye û wiha dewam kir, "15ê Tîrmehê ne tenê ji bo Tirkiyeyê herwiha ji bo hemû miletên mezlûm û mexdûr ên li ser rûyê dinyayê bûye kaniya îlhamê û bûye nîşaneya serhildan û berxwedana li dijî zilmê û bûye nîşaneya serfiraziyê."
Varank got ku li Tirkiyeyê dewra derbeyan bi 15ê Tîrmehê ra hatiye girtin û wiha pê da çû:
"Di bin serkêşiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da pergala dewletê jinûva hat damezirandin ku bi vê yekê va jî vîna neteweyî bihêz bû. Bi minasebeta salvegera duyemîn va 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Şehîdan bira pîroz û bimbarek be. Em ê 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Ez tevî rêza xwe cardin silavê didim miletê me yê ezîz û qehreman."