15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di 145emîn roja Operasyona Mertalê Feratê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê 198 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin û 9 terorîst jî kuştin.
Li gor agahiya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 145emîn roja operasyonê de 186 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku ji baregeh, sitargeh, mewziyên parastinê, çek û wesayîtan pêk tên bi roketavêj û obusan ve hatin bombebarankirin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Asîmanî 12 hedefên DEAŞê yên li El Bab û Bzagahê jî îmhe kirin û 9 terorîst jî hatin kuştin.
Ji destpêka operasyonê heta niha 3 hezar û 927 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin û 43 mayin hatin îmhekirin.