06 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li bakurê Sûriyê li ser hedefên DEAŞa rêxistina terorê operasyona esmanî hat kirin û 24 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahdarkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê di roja 75emîn da ye.
Di çarçoveya operasyonê da duh hêzên mixalif herêma Shududa ku dikeve başûrrojhilata Aktarînê kontrol kir. Di pevçûnan da mixalifek şehît bû, 8 mixalif birîndar bû.
30 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombebarankirin. Hêzên koalîsyonê li herêma li herêma Shudud û Numanê di operasyona esmanî da 24 terorîstên DEAŞa rêxistina terorê kuştin, 2 kozikên hewan û parastinê û avahiyek hatin îmhakirin.
Li cihê ku ji DEAŞê hat paqijkirin, 25 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin. Ji destpêka operasyonê heta niha hezar û 443 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin.
Hêzên mixalif ji 24ê tebaxê heta niha hezar û 370 kîlomêtrekare bi dest xist.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyê bi droneyan va keşîf û çavdêriyê bê navber hatin domandin.