06 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
65 kesên ku tê îdiakirin, beşdarî xwepêşandanên bêdestûr ên protestokirina tewqûfkirina parlementerên HDPyî bûn, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê da wiha hat gotin, "Di 3-4ê mijdarê da di xwepêşandanên bêdestûr ên li tevahiya bajêr da, ku bi armanca protestokirina girtina hin parlementer û hevserokên giştî yê HDPyê hatin lidarxistin, di lehê rêxistina terorê da druşmên derqanûnî hatin berzkirin û hin rê hatin girtin û li ser vê jî ekîbên polêsan midaxale kirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 65 kesên hat tespîtkirin ku tevlî bûyeran bûn hatin binçavkirin û tehqîqat berdewam e.