28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ANKARA
Di operasyona asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ya ku duhê li dijî deverên Cubban, Bulaykah û Uvayşiyaha Sûriyê hat lidarxistin da 4 avahiyên rêxistina terorê DAEŞê hatin jinavbirin.
Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyê li dijî rêxistinên terorê tê lidarxistin, berdewam e.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, di çarçoveya operasyonê da duhê li bakurê Sûriyê li dijî hedefên rêxistina terorê DAEŞê êrîşeke asîmanî hat lidarxistin.
Jetên cengê di saet 18.15 -18.48an da li devera Cubban, Bulaykah û Uvayşiyahê 4 bînayên rêxistina terorê DAEŞê gulebaran kirin û ji nav birin.
Piştî operasyonê firoke vegeriyan baregeha xwe.