23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Der heqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş da îdianameya ji ber sûcê "Bi aşkere li Serokomar heqaret kirinê" 4 sal û 8 meh û bi hinceta heqaret li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir jî 2 sal cezayê hepsê tê xwestin, hat amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê piştî rakirina qedexeya destnedayîna li ser parlementeran a hat rakirin, di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê der heqê Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş da ji ber sûcê "Bi aşkere li Serokomar heqaret kirinê" fezleke û ji ber sûcê "heqaret li wezîfedarê dewletê kirinê" jî îdianame amade kir.
Di fezlekeya amadekirî da gotina Demirtaş a "Serokomar yekî wisan e ku ji bo telafîkirina xetayê kir berî pey serokê dewleta muxatab û wezîrên karên derve da û ji bo hildana randevuyê serî li her rêyî da" ku piştî serdana xwe ya Rûsyayê di daxuyaniya li Balafirgeha Atatirkê dabû rojnamegeran, hat bibîrxistin.
Di fezlekeyê da ji bo Demirtaş ji ber sûcê "Bi aşkere li Serokomar heqaret kirinê" 4 sal û 8 meh û di heman xeberdanê da bi hinceta heqaret li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir jî îdianame hat amadekirin û ji ber sûcê "heqaret li wezîfedarê dewletê kirinê" jî 2 sal cezayê hepsê hat xwestin.
Hat gotin ku Demirtaşê di fezleke û îdianameyê da bi rûyê gumanbar cih digire û hay ji sûcên kiriye heye, ji bo dayîna parastinê jî bersiva vexwendnameya ji navnîşana wî ra hatin şandin nedaye.
Ji bo destûra teqîbatê lazim e ku destûra Wezareta Dadê hebe û ji ber vê jî fezleke ji wezareta ra û îdianame jî ji Dadgeha Cezayê Eslî ya 7emîn a Bakirkoyê ra hat şandin.