Elif Orhan
28 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
CERABLÛS
Di nav terorîstên ku li baregehên PYD/PKKyê yên ku di êrîşa asîmanî ya Hêzên Çekdar a Tirkiyê (TSK) a li ser tehdîdên terorê yên li sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê de hatin îmhekirin de hatin kuştin kesên ku li Tirkiyeyê hatine dinê jî hene û vê yekê bal kişand.
Li bakurê rojhilatê Helebê li herêma Cerablûsê ya li sînorê Tirkiyeyê bi çekên giran gule barandibûn û êrîşê tankên TSKyê yên ku di çarçoveya "Operasyona Mertala Firatê" de piştgirî didan operasyonên ku Artêşa Sûriyeya Azad dijî terorîstan dikir, kiribûn li ser vê yekê balafirên şer ên Tirkiyê pişt re li kozikên PYD/PKKyê xistibûn.
TSKyê da zanîn ji bo ku sivîlên ku li herêmê dijîn zirarê nebînin her cure bergirî hatin sitandin û gelekî hesasiyet hat nîşandan, piştî êrîşa asîmanî ekîbên AAyê yên li Cerablûsê gihaştin herêmê.
Hat dîtin ku li başûrê gundê Amarneyê ya navçeya Cerablûsê baregehên ku rêxistina terorê bi kar tîne xisar dîtine û ew qas xisar dîtine ku nikarin bên bikaranîn, ji ser terorîstên ku di kavilan de hatin derxistin de digel çek û cebilxaneyê belgeyên rêxistinî jî hatin dîtin.
Di nav eşyayên terorîsan de pirtûkên Abdullah Ocalan hatin dîtin û hat fehmkirin ku hin ji wan ji Tirkiyeyê hatine.
Ji wana nasnameyên terorîstên jin ên ku nasnava wê "Eylem Botan" (18) e û li Cizîrê hatiye dinê û nasnameya terorîsta ku nasnava wê Berçem Sîperte ye û li Şirnexê hatiye dinê hat dîtin.
Di êrîşa asîmanî de bi serkeftî li baregehan xistin û gelek wesayîtên terorîstan jî di êrîşê de tehrîb bûn.
Li dora baregehên ku xisar dîtin flamayên rêxistinê, hin lênûsk, kovar, pirtûk û belgeyên rêxistinî yên ku ji ber tesîra teqînê belavî derve bûne hatin dîtin.
Di vê navberê de şervanên ASAyê qal kirin ku herekata asîmanî bi serkeftî li kozikan xist û dirûşmeyên serkeftinê berz kirin.
Di daxuyaniya ku TSKyê dabû de hatibû ragihandin ku di êrîşên asîmanî yên li herêmê de 25 milîtanên PKK/PYDyê hatin kuştin û 5 avahiyên hatin tespîtkirin ku ji aliyê komên terorîst ve tên bikaranîn hatin îmhekirin.