Ferizat Kaya
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
İSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Navenda Çandê ya Stenbol Ataturkê ku em xîmê wê datînin, li ser 95 hezar û 600 metrekare qada girtî tê çêkirin û ji 5 blokên cuda pêk tê"
"(Vekirina AKMyê) Îro di heyata huner û çandê ya welatê me da bi rastî jî em îro gaveke girîng diavêjin."
"Em ê Navenda Çandê ya Stenbol Ataturkê di nava 2 salan da çêbikin û em ê bixin xizmeta hunerhez û hunermendên me."
"Projeya Navenda Çandê ya Ataturk ku bedela wê bi temamî 860 milyon lire ye, ji bo Stenbola me û Tirkiyeyê bi xêr be."
"Em ê li şûna Navenda Çandê ya Ataturkê, AVM û mizgeft çêkin. Derewên wisa kirin ku qaşo em ê navê wê biguherînin."
"Kesên li dij bûn ku avahiya berê were xerabkirin û şûna wê avahiyeke xweştir, moderntir û ferahtir were avakirin, ne bi hestiyariya çand û hunerî va li gor hişkebaweriya xwe tevdigeriyan. Bi gotina bavû kalan va ev neketibûn peyê ku tiriyan bixwin, ev ketibûn peyê lêdana rezvan."
"Qaşo yên bi hesasiyeta Navenda Çandê ya Ataturkê va tevdigerin, di Geziyê da Navenda Çandê ya Ataturkê kirin amûr û pê êrîşî demokrasiya me kirin, mal û milkê esnafê me talan kirin û kuçeyên me şewitandin, anîn xwarê."
"Bînaya ku em ê xîmê wê daynin, ne bi tenê navendeke çandê ye. Ev berhem di heman demê da ji bo dijminên welat û milet ku ev 5 sal e qesdî îradeya gel dikin, dê bibe bersiva herî xweş."
"Navenda Çandê ya Ataturk wê li hemberî hişmendiya ku bi nirx û baweriyên milet û dîrok û çanda însanê me ra şer dike û hişmendiya jakoben bibe bîrdariya serkeftinê."
"Ez ji vê derê mizgîniyeke din jî bidim. Em Qişleya Ramî jî dixin pirtûkxaneya herî mezin a Stenbolê."
"Êdî ji bo pirtûk, kovar û rojnameyan KDV wê tunebe."
"Êdî tu kes, tu alî wê nikaribin di warê çand û hunerê da welatê me mehkûmî wasatê bike. Kesên ku îstismara huner û hunermendan wek navgîna siyaseta xwe dibînin, wê nikaribin li Tirkiyeyê jiyana çand û hunerê paş bixin."
Erdogan ragihand ku dîroka vekirina Navenda Çandê ya Ataturk ji 24 mehan daxistin 20 mehan.
"Vê hefteyê li Meclisê bi qanûnekê ku wê were mizakerekirin va seba pirtûk û weşanên demkî rêjeya KDVyê wê dakeve sifirê, ev sepan him ji bo weşangeran him ji bo firoşkaran wê were berfirehkirin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku mesrefa Projeya Navenda Çandê ya Ataturk daxistin 850 milyon lireyî.