Muhammet Kurşun
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubîs kir.
Li gor malpera resmî ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, hevdîtina Barzanî û Kubîs li avahiya Serokwezîriyê ya li Hewlêrê birêve çû.
Di dîdara Barzanî û Kubîs de geşedanên herêmê, Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin axaftin û herdu berpirsan jî bal kişandin ser wê yekê ku divê hemû alî ji bo ji bo bidawîanîna wan aloziyên ku li deverên binîqaş diqewimin hewl bidin.
Barzanî û Kubîs teyîd kirin ku divê li şûna aloziyê diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina probleman were destpêkirin. Di vê mijarê de jî rola civaka navneteweyî ji bo zemînesaziya duristkirina guftûgo û diyalogê wek pêwîst hat nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve mijar wiha anî ser ziman:
"Tekane rêya çareseriya probleman guftûgo û diyalog e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir jî û niha jî amadebûna xwe ji bo destpêkirina diyalogeke ciddî li ser esasê çareserkirina pirsgirêkan digel Bexdayê ragihandiye."
Di berdewamiya dîdarê de jî çawaniya guftûgoya Hewlêr û Bexdayê û rêgeçareyên pirsgirêkan hatin axaftin.