17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
SÎÎRT
Hat tesbîtkirin ku terorîstê PKKyî yê do li Sêrtê hatibû berterefkirin qaşo berpirsyarê herêmê yê rêxistinê ye.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li Tîloya navçeya Sêrtê ji wesayîta ku li ciyê kontrolê nesekinî gule hat agirkirin li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê da Kasim Doganê ku navê "Mazlum" li xwe kiribû hat berterefkirin. Hat tesbîtkirin ku ev terorîsta qaşo berpirsyarê herêma Gariseyê ya di navbera Erûh û Perwariyê da bû.

Hat destnîşankirin ku Dogan li ser nifûsa Mêrdînê qeydkirî ye.