Abdullah Tel
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
MUŞ
Tesîsa qatix a ku bi piştevaniya Saziya Piştgiriya Pêşketina Çolter û Çandiniyê (TKDK) hat avakirin ji bo çêkirina penêr û rûnê malê rojê 8 ton şîr berhev dike.
Xwediyê tesîsa qatix Erdal Rençber daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di sala 2015an da bi saya milyon lîreyek pereyê ji TKDKê hildan tesîseke teknolojîk dîzayn kirin.
Rençber di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku li tesîsê 7 kes dixebitin û ew li wir penêrê bikezî, penêrê qaşarê nû û qaşarê kevn çêdikin û wiha pê da çû: "Bi piştgiriya dewletê ya ji sedî 50 hîbe va li Herêma Pîşesazî û Organîzeyê ya ku 25 kîlometre ji navendê dûr e me ev tesîs ava kir. Pereyê mayî me li bi derfetên xwe temîn kir. Heke piştgiriya dewletê nebûya me nikaribû tesîseke wiha ava bikin. Em her roj gund bi gund digerin û bi tankêran nêzî 8 ton şîr berhev dikin. Piranî şîrê bizinê û şîrê çêlekan dikirin û ji wan jî penêrê qaşarê çêdikin."
Xebatkarên tesîsa qatix diyar kirin ku ew tevlî penêrê qaşar, penêrê bikezî û rûnê malê jî çêdikin û difiroşin bazarê.