Sevim Hatun
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
MUŞ
Li Milazgira navçeya Mûşê 3 jinên bi alîkariya ku ji Saziya Piştgirîdayina Çandinî û Pêşvebirina Çolterê (TKDK) sitandin çêwlikên xwe ava kirin, bi xîret û xebata xwe bûne mînak.
Fîrdevs Ozturk, Nursel Ozturk û Miyeser Teker 6 sal berê gihan hevdu û bi hevdu re dest bi xwedîkirina heywanan kirin. Jinan bo karê xwe pêşvetir bibin projeyek amade kir û pêşkêşî TKDK kir.
Projeya jinan ji aliyê Kordînatoriya Bajêr a Mûşê ya TKDKyê ve hat qebûlkirin, 700 hezar lire aîlkarî ji dewletê wergirtin û li ser ereziyê xwe çêwlikeke heywana ava kir.
Jinên ku li çêwlikê 8 kesan jî girtin kar, heywanên li vir bi zehmetî xwedî dikin difiroşin û pê debara xwe û malbata xwe dikin.
- Ku jin bixwaze dikare ji heqê her karî derkeve
Midûra Çêwlikê Miyeser Tekerê got ku 3 zarokên wê hene û wiha axifî:
"Me projeyeke ku diviya milyonek û 200 hezarî dewlet bide amade kir. 700 hezar hîbe dan me. Vê gavê 100 heywanên me hene. Ez ji vir bangî hemû jinan dikim. Bila ew jî bixebitin û serî lê bidin. Ku jin bixwaze dikare bike. Ciyê ku destê jinan pê dibe ew der xweşiktir dibe. Wexta me nû dest pê kir 60 heywanên me hebûn vê gavê hejmar 100 e. Em serê sibê 06.00an de radibin avê û êm didin heywanan. Nîvro û êvarê jî hin karên divê em bikin hene. Wisa dewam dike."