21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Bersiva me ya ji bona kesên dibêjin 'Divê operasyona Efrînê raweste û filan û bêvan...' ev e: Mecbûriyeta me tuneye em îzahatê bidin kesî. Komara Tirkiyeyê ji bona menfeetên xwe yên neteweyî çi hewce be dike."
Kalin li Kuliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist, li ser rojevê axivî û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir ku bi rêvaberiya Şamê ra têkiliyeke fermî ya rasterast tune û got, "Lêbelê dema di rewşên derasayî da lazim bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên tesbîtkirî yekeyên me, yanê qesta min yekeyên îstixbaratê ne, rasterast an jî bi navbeykaran va dikarin têkiliyan daynin. Jixwe ev di nav wezîfeyên sereke yên yekeyên me yên îstixbaratê da ne. Weke ku tê qestkirin di navbera Enqere û Şamê da têkiliyeke payebilind a siyasî an jî di qadên din da têkiliyeke me tuneye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser komên terorîst ên piştgirên rejimê ku hewl dan têkevin Efrînê jî wiha got: "Îro sibê dibe ku careke din hewleke wisa çêbe. Ev mimkun e. Lê ji bo vê tevdîr hatine hildan. Li wê derê gavên ku ji bo piştgiriya PYD/YPGya rêxistina terorê bên avêtin wan hêzan rasterast di nav eniyên rêxistinê terorê da dide nîşandin û ev jî ji bo me tê wê meneyê ku ew hedefên meşrû ne."
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir ku ew di mijara FETOyê da ji rêvebiriya Amerîkayê gavên berbiçav hêvî dikin û wiha dewam kir:
"Daxwaza me hemû ew e ku kesên li Amerîkayê dimînin û welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û der heqê wan de biryara girtinê hatiye dayîn, îadeyê Tirkiyeyê werin kirin û derkevin pêşberî mehkemeyê. Hêviya me ew e ku rêveberiya Trump der barê vê rêxistina terorê da pêngavên mayinde biavêje."
Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser "Îtifaqa Cumhur" jî wiha got: "Heke aktorên din ên ku dixwazin tevlî bibin, nav "Îtifaqa Cumhur" e û derî ji her kesî ra vekiriye. Daxwaz ew e ku cumhur hembêz bike."