27 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
SÎÎRT
Li Erûha navçeya Sêrtê jinên ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê perwerde nebûn, bi "seferberiya xwendin û nivîsandinê" ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê da destpêkirin, va perwerde dibin.
Digel welatiyên ku malbatên wan ji ber sedemên cuda cuda ew nedane xwendin, jinên Erûhî yên ku ji ber derbeyên terorê ji mafê xwe yê perwerdeyê mehrûm mane jî ji seferberiya "Bira kesekî ku xwendin û nivîsandinê nizabe nemîne" ku Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê da destpêkirin, hêvîdar in.
Navê Erûhê bi salan bi terorê ra dihat rojevê. Jinên ku ji ber êrîşên terorê ji perwerdeyê mehrûm mane, bi temînkirina hizûrê va di çarçoveya seferberiya xwendin û nivîsandinê da li navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî qursên Navenda Perwerdeyê ya Gel dan.
Li ser daxwazê li 22 dibistanan 36 qurs hatin vekirin. 342 jê jin 347 kesên ku emrê wan di navbera 20-65an da ne, kêfxweş in ku gihîştin xeyalên xwe yên perwerdeyê.
Jinên ku ji ber terorê xeyalên xwe yên perwerdeyê mecbûr taloq kirin, dereng be jî kêfxweş in û hinek ji wan bi kelecan in ku wê Tirkî jî hîn bibin.
- "Ez ê him bi Tirkî biaxivim him xwendin û nivîsandinê hîn bibim"
Ji jinan Ayşe Turkogluya dayîka 6 zarokan bi Kurdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew hê zarok bûye, malbata wê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê mecbûr mane gundên xwe terikandine.
Turkogluyê diyar kir ku ew gelekî mexdûr bûn û wiha dewam kir: "Me bi salan li dijî rêxistina terorê têkoşîn da. Piştî ku gundê me hat valakirin, ez neçûm dibistanê. Ez nizanim bi Tirkî biaxivim. Bi saya seferberiya xwendin û nivîsandinê ez ê him bi Tirkî biaxivim him xwendin û nivîsandinê hîn bibim."
Tayyibet Elçîçeka diya 4 zarokan jî diyar kir, ew kêfxweş e ku bi saya qursê xwendin û nivîsandinê hîn dibe.
Elçîçekê wiha got, "Piştî bûyerên terorê gundê me hat valakirin û ez qet neçûm dibistanê û min xwendin û nivîsandin nizanibû. Em ji heman malê sê kes tên qursê. Em hewl didin ku li vê derê xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Ez kêfxweş im, emrê xwendinê tuneye."
- "Dereng be jî ez xwendin û nivîsandinê hîn dibin"
Şukran Aksoya diya 5 zarokan li ser girîngiya seferberiya xwendin û nivîsandinê sekinî û got ku pêdiviya jinên Erûhî pir bi vê seferberiyê heye.
Aksoyê diyar kir ku ew neçûye dibistanê û wiha dewam kir: "Emrê xwendinê tuneye. Derneg be jî ez xwendin û nivîsandinê hîn dibim. Ez spasdarê Birêz Seropkomarê me û jina wî Emîne Erdoganê me. Ez spasiya Qaymeqamê me Murtaza Dayanç û jina wî Damla Dayançê dikim ku çi ji destê wan hat jin ji bo perwerdeyê teşwîq kirin."
Mamoste Semra Sakaryayê destnîşan kir ku kesên beşdarî qursê bûne pir dixwazin hîn bibin û ezma wan pir e.
- Hedef 900 kes in
Wekîlê Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Erûhê Omer Sebat diyar kir, di dema seferberiya xwendin û nivîsandinê da hedefa wan 900 kes in.
Sebat diyar kir ku Qaymeqam û Cîgirê Şaredarê Murtaza Dayanç jî piştgirî da wan.
Sebat diyar kir ku pirtûk û hemû pêdiviyên kirtasiyeyê yên kesên ku tên qursê hatin peydakirin.