Önder Beyter
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
VAN
Bi minasebeta 100emîn salvegera rizgarkirina Wanê ji dijmin wê bi taybetî ji bo Wanê pûlên posteyê bên çapkirin.
Pûlên posteyê yên ku ji aliyê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê va hatin sêwirandin, ji bo Teşkilata Poste û Têlgrafê (PTT) hatin şandin.
Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal di civîna çapemeniyê ya li meqama xwe da diyar kir ku wan bi minasebeta 100emîn salvegera rizgarkirina Wanê ji dijmin xebateke bi vî rengî kir.
Battal destnîşan kir ku îsal wê 100emîn salvegera rizgarkirina Wanê bê pîrozkirin û herwiha wekî zanîngeh, ew ê jî hinek çalakî li dar bixin û wiha pê da çû:
"Bi durişma 'di salvegera 100emîn da 100 çalakî' me plana 100 çalakiyan kir. Aniha me dest bi van çalakiyên xwe kirin û heya dawiya salê ev çalakî wê dewam bikin. Ji bo wateya çalakiyan, me xebata logoyekê kir û herwiha me bi minasebeta 100emîn salvegera rizgarkirina Wanê logoyek bijart. Emê van 100 çalakiyên xwe bi vê logoyê va bikin."
Battal got ku wan ji bo çapkirina pûlan, serî li PTTyê jî da û wiha dewam kir, "Em dixwazin bi minasebeta 100emîn salvegera rizgarkirina Wanê pûlên posteyê bidin çapkirin. Midûriyeta Giştî ya PTTyê jî ev daxwaza me qebûl kir û xebatên me jî dewam dikin. Me xebatên xwe pêşkêşî Midûriyeta Giştî ya PTTyê kirin. Xebatên mayîn jî didomin. Midûriyeta Giştî jî wê xebatên me binirxîne û heger bê ecibandin jî ji xwe wê wekî pûl bên çapkirin."