Fatih Gazioğlu
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
BATMAN
Ji serokwezîrên berê Necmettîn Erbakan di salvegera 7emîn ya wefata xwe da li Batmanê hat bibîranîn.
Bernameya bîranînê ji hêla Şaxa Diyarbekirê ya Ciwanan a Partiya Saadetê li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çandê ya Bajêr hat kirin û di bernameyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.
Alîkarê Serokê Partiya Saadetê yê Giştî Îlyas Tonguç got ku doza Erbakan tu carî nayê ji birkirîn û wiha axivî:
"Erbakan 20 salan geriya û bi gundiyan, karsazan û akademîsyenan re civîn kirin. Bi saya van civînan em îro jin, ciwan û hemû gel bûn malbatek. Tevgera Fikra Millî (Milli Goruş) bi tenê ne dozeke partîcîtiyê û siyasetê ye. Eger em wisa binihêrin wê hingê ev mesele nayê fehmkirin. Divê em meneya wê fehm bikin û ku em ji rêyên çawa hatinê vê derê û hedefên me çi bûn em bibînin û ji bîr nekin. Ev têkoşîn sanahî nîne û sanahî jî nabe. Em vê baş dizanin. Lê bi saya îmana ku dilê miletê me, em ê bi îzna Xwedê ji bo Xwedê vê têkoşînê bidomînin. Hindî ev milet heye tevgera Fikra Millî jî wê her dem hebe û tu kes nikara vî welatî parçe bike."