Ekip
23 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
ANKARA
Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Enqereyê der heqê Seroka Giştî ya DYPyê ya berê û Serokwezîra serdemê Tansu Çillerê da ku di doza 28ê Sibatê da wekî "mexdûr-şahid" cih digire biryar da ku bi zorê bînin danîşîna di 18ê tîrmehê da û herwiha guhdariya wê bikin.
Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Enqereyê mehkemekirina 103 gumanbaran domand. Hin gumanbar, gilîkar û parêzer beşdarî rûniştinê bûn.
Parêzerê Çillerê got muwekîla wî li derveyî welat e û loma nikare beşdarî rûniştinê bibe.
Di dawiyê de mehkemeyê biryar da ku Çiller bi zorê were anîn û ifadeya wê bê girtin.