Önder Beyter
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag: "Gelo peywira jêderxistina apoletên Îsmaîl Temel ku qehremanekî vî welatî ye, ji aliyê PKKyê an ji aliyê FETOyê an jî aliyê piştevanên wan va ji bo birêz Înce hatiye dayîn?"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Îsmaîl Temel Paşa mensûbekî bişeref û qehreman ê vê artêşê ye. Hem li dijî derbekaran hem jî li dijî terorîstan mirina xwe daye ber çavê xwe û hiqûqa dewlet û miletê xwe parastiye."
Bozdag: "Serokomarê me, şexsê min û hevalên me yên din bi kuştinê tehdîd dikin. Kesên ku FETOyê ew bi kuştinê tehdîd dikirin, wekî FETOyî îlan dikin, Kesên ku her cure alîkarî didan FETOyê wekî dijberên FETOyê îlan dikin. Em samîmî ne, em biryardar in ku têkoşînê bidomînin. Çi dibêjin bira bêjin em ê tu wextî destê xwe ji vê têkoşîna xwe nekişînin. Em ligel milet li ser vê rêyê dimeşin û em ê li ser vê meşa xwe berdewam bin."
Bozdag: "Gelo Birêz Înce û hevalên wî çima ev qas pê aciz dibin ku fermandarek ji Serfermandarê xwe ra çepikan li hev dixe, rêzê nîşan dide? Ne hêz û qudreta Birêz Înce û ne jî ya kesên pê ra têrê nake ku apoletên Îsmaîl Temel paşa jê veke. Ev milet wê li ser sandoqê dersa herî mezin bide wan."