24 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag der barê pêvajoya îadeya Fetullah Gulenê serkêşê FETOyê da got ji bo îadekirina wî dibe ku biçim DYAyê û bi Wezîrê Dadê yê nû Jeff Sessions ra hevdîtinê bikim.
Wezîrê Dadê Bozdag beşdarî weşana zindî ya CNN Turkê bû û mijarên di rojevê da nirxand.
Bozdag bi bîr xist ku wî ji Wezîrê Dadê yê DYAyê yê nû Sessions ra nameyek şand û destnîşan kir ku di nameya xwe da wezîr pîroz kir û jê ra serfirazî xwest.
Wezîrê Dadê Bozdag qala îadekirina Gulenê serkêşê FETOyê ku di navbera wezareta herdu welatan da mijara herî sereke kir û got: "Di nameya xwe da min behs kir ku serkêş Gulen dema bê îadekirin wê çiqas bi kêrî têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyeyê bê."
Bozdag destnîşan kir ku dema li daxuyaniyên rêvebirên rêveberiya nû tê mêzekirin tê dîtin ku di mijara îadekirina Gulen da hin ferq derdikevin pêş çavan û wiha pê da çû: "Heke hewce bike ji bo îadekirina wî dibe ku ez herim DYAyê û bi Wezîrê Dadê ra li ser vê meseleyê xeberdim. Ezê birêz wezîr jî dewetî Tirkiyeyê bikim. Em dikarin li Tirkiyeyê jî li ser vê meseleyê xeberdin."
Wezîr Bozdag der heqê betalkirina parlementeriya Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPê da jî got ku wextê qala parêzbendiya parlementeran dihat kirin mijara referandumê qet di rojevê da nebû.