14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ANKARA
Celseya dehemîn a doza Baregeha Esmanî ya Akinciyê ku dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) wek navenda fermandeyê bû û tê da 486 bersûc tên darizandin, dest pê kir.
4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li dozê dinihêre. Doz li salona danişînê ya Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Bersûcên girtî û negirtî, parêzerên wan û parêzerên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Meclisê, Serokwezîrtiyê, Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî di nav da, parêzerên muştekiyan û hin muştekî beşdarî rûniştinê dibin.
Rûniştin bi lêpirsîna çepûrast a Serokê Daîreya Veguherîna Stratejîk a Sererkaniyê yê berê Tumgeneral Mehmet Dîşlî va dewam dike.
Pêşiyê bi bersûc Dîşlî dîmenên kamerayê yên Baregeha Akinciyê dan temaşekirin. Dîşlî qebûl kir ku kesê di dîmênê da ew e û îdia kir, axaftinên wî yên ku di korîdorê da bi telefonê kiriye, der heqê axaftinên wî yên ku bi baregeha Sererkaniyê ra kiriye da ye.