Muhammet Kurşun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Teqemeniya ku li ser rêya Diyarbekir-Silîvanê bi kontrol hat îmhakirin bi 500 kîlo amonyûm nîtratê hatiye hazirkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê hat tesbîtkirin ku terorîstên PKKê bombeya destçêkirî ya bi 600 metre kabloyê li nav menfezê bicih kiribûn bi kontrol hat teqandin.
Di teqemeniyê de 6 tûpên mitbexê û 500 kîlo amonyûm nîtrat, 10 kîlo çîmento û 10 kîlo jî alçî hatine bikaranîn.