06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ANKARA
Civîna Ewlehiyê di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da qediya.
Civîn li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê dest pê kir û ji çapemeniyê ra girtî qederê 3 saetan ajot.
Hat ragihandin ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala, Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik, Fermandarê Gişkî yê Jendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Misteşarê Serokwezîriyê Fuat Oktay, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Midûrê Gişkî yê Ewlekariyê Celalettîn Lekesiz, Misteşarê Wezareta Karên Navxweyî Selamî Altinok beşdarî civînê bûn.