25 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
ANKARA
Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ji bo Civîna Raydayina Gel a Sîstema Hikûmeta Serokomariyê 5 milyon rojnameya bi navê "Evet"ê ya ku tê de nirxandinên li ser sîstemê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim hene weşand.
AK Partiyê 50 roj beriya 16 nîsanê dest bi kampanyaya xwe dike. Serokwezîr Bînalî Yildirimê xîtabî 40 hezar alîgirên partiyê yên ku li bendê ne bên Salona Sporê ya Enqereyê bike.
Gelek alîgirên AK Partiyê destê sibê hatin salonê û bi kilama "Helbet Erê" va li hêviya Serokwezîr Yildirim sekinîn.
Pankartên ku li ser wan "Meseleya Tirkiyeyê meseleya ciwanan e", Me çok neda erdê em ê çok nedin, ya rastî teze dest pê dikin" hatine nivîsandin di salonê da kirin.
Hin alîgirên posterên Turgut Ozalê Serokomar 8an, Necmettîn Erbakanê serokwezîrê berê, şehît Omer Halîsdemirê ku pêşî li 15ê Tîrmehê birî, Fethî Sekenê polêsê ku li Îzmirê hat şehîtkirin dan destê xwe.
Di salonê da cî dan posterên Erol Olçokê ku kampanyayên AK Partiyê dimeşand û di 15ê Tîrmehê da hat şehîtkirin û Abdullah Tayyîp Olçokê kurê wî.
- Ji AK Partiyê rojnameya "Evet"ê
Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ji bo Civîna Raydayina Gel a Sîstema Hîkûmeta Serokomariyê 5 milyon rojnemaya bi navê "Evet"ê ya ku ji 24 pelgan pêk tê çap kir.
Di surmanşêta rojnameyê da cî dan wêneya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û qala 18 xalên reformê kirin.
Di rojnameyê da qala sîstema hikûmeta serokomariyê kirin û cî dan nirxandinên li ser sîstemê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim.