11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
HEKARÎ
Li Hekariyê Fatma Yildiza ku di maweya beriya peywirdarkirina bi Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hat kirin cîgiriya şaredar dikir jî di nav de 3 kesên ku di çarçoveya operasyona ser rêxistina terorê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Miameleyên 9 kesên ku di operasyona ser PKKya rêxistina terorê de bi destê ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ve di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê ve tê kirin de hatibûn binçavkirin, ên li ewlehiyê hatin temamkirin.
Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin sitandin bersûc sewqî mehkemeyê kirin. Ji bersûcan Fatma Yildiza ku beriya peywirdarkirin bi KHKyê cîgiriya şaredar dikin, Endamê Meclisa Giştî yê Bajêr Selahattîn Kurt û birêvebrê bajêr ê DBPê Kenan Kaya ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin.