11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Alî Yerlîkayayê Waliyê Gazîantepê diyar kir Muhammet Fatîh Safîturkê Qaymeqamê Dêrîka navçeya Mêrdînê ku duh di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehît ket.
Yerlîkaya destnîşan kir Safîturkê ku bi firokeambulansê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Ersîn Arslan û piştî emeliyetê hildan unîteya nexweşiyên giran.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku ber destê sibehê di saet bah 07.46an Safîturk wefat kir û wiha got: "Xwedê rehma xwe li qaymeqamê me yê ku di êrîşa terorê da şehît ket bike û serê dewlet û malbatê sax be."