İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
ANKARA
Biryara salek dirêjkirina dema wezîfeya Komîsyona Tedqîqa Karên Rewşa Awarte (OHAL) di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va biryara Serokomar di Rojnameya Fermî da cih girt û wezîfeya Komîsyona Tedqîqa Karên OHALê salek hat dirêjkirin.
Biryar li gor benda 3yem a Qanûna ku hejmara wê 7075 e hat dayîn.