Abdullah Tel
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
ANKARA
Li ser biryara Serokomar ji bo gundparêzên ku li 26 bajaran wezîfedar in 135 lire tezmînata zêdebar wê bê dayîn û biryar jî di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va di Rojanmeya Fermî hat weşandin da ji bo gundparêzên li bajarên Adiyaman, Agirî, Erdexan, Batman, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Hekkarî, Hatay, Îdir, Qehremenmeraş, Qers, Kilîs, Meletye, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Şanliurfa, Şirnex, Tûncelî û Wanê wezîfedar in wê 135 lire tezmînata zêdebar bê dayîn.
Ev biryara hat weşandin ji 15ê Rêbendana 2019an da wê bikeve rewacê.