12 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
SAKARYA
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ku Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê dimeşîne, der barê Hakan Şukurê parlementerê berê û bavê wî Selmet Şukur da biryara qefaltinê derket.
Der heqê Hakan Şukurê ku derketiye derveyî welêt da ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara qefaltinê hat dayîn.
Hakan Şukur û malbata xwe sala par di meha kanûnê da derketibû derveyî Tirkiyeyê.
Wek mayîn der barê Selmet Şukurê bavê Hakan Şukur da jî biryara qefaltinê derket.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê da der barê Selmet Şukurê bavê Hakan Şukur da jî biryara qefaltinê derket.
Der heqê Selmet Şukurê ku li navnîşanên xwe yên li Sakarya û Stenbolê nehat dîtin biryara qefaltinê hat dayîn.