05 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
HANGCOU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di civîneke hevpar de hatin bal hev.
Erdoganê ku ji bo beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên G20ê bibe çûbû Hangcouya bajarê Çînê, bi Serokomarê Fransayê Hollande, Serokwezîra Almanyayê Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Renzî re hevdînitek kir.
Serokomar Erdogan piştî vê civîna hevpar, bi Serokomarê Fransayê Hollande re hevdîneteke rû bi rû kir.
- Erdogan beşdarî runiştinê bû
Serokomar Erdogan beşdarî runiştina bi navê "Meseleyên Din ên Girîng Yên ku Tesîrê Li Ser Aboriya Dinyayê dikin" bû.
Runiştinê ji bilî beşdariya çapemeniyê dewam kir.
Erdogan piştî merasimê beşdarî merasima girtinê jî bû.