12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) da zanîn ku di hefteyeke dawîn de di operasyonên ser PKKya rêxistina terorê de 57 terorîst hatin berterefkirin.
Di agahdarkirina heftane ya ku ji Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn de der heqê têkoşîna ku li nav welêt dijî rêxistina terorê ya dabeşker tê dayîn û Herekata Mertala Firatê û operasyona ji destê DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Mûsilê agahî hatin parvekirin.
Li gor vê li nav welêt dijî PKKya rêxistina terorê têkoşîn bi biryardarî tê berdewamkirin, Herekata Mertala Firatê ya ji bo ku di serî de DEAŞ tehdîda ku rêxistinên terorê derdixîne holê bê berterefkirin, ewlehiya hidûr bê zêdekirin û piştgirî bidin hêzên koalîsyonê di 24ê tebaxê de li bakurê Sûriyeyê dan destpêkirin ev 80 roj in ku berdewam dikin.
Operasyonên ji bo ku beriya bicîbûna zivistanê ya li cihên diyar ên Şirnex, Hekarî, Mûş û Agiriyê yên ku mensûbên rêxistina terorê wek stargeh bi kar tînin bê girtin, çavkaniyên fînansî bên astengkirin û kadroya serok bê berterefkirin dan destpêkirin bênavber berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li Çukurca û Şemzînana Hekariyê, Dogubeyazîda Agiriyê, navenda Şirnexê, Faraşîn, Bestler-Dereler, Beytuşebab, navenda Tûnceliyê, Herêma Balî Deresiyê, Sasona Batmanê, navenda Bingolê, Ortaçanak û herêma Şenyaylaya Mûşê operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de 57 terorîst hatin berterefkirin û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.
Li herêma Davderala Mûşê 21 stargeh û depo, li Şirnexê 7, li Kercewsa Batmanê 6, li Saritepeya Sêrtê jî yek bi tevahî 35 depo û stargeh hatin îmhekirin.
Di îstiqameta Nisêbîna Mêrdînê û Qamişloya Sûriyeyê de tuneleke 340 metroyî hat îmhekirin.