Önder Beyter
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li seranserê welat di 2-9ê tîrmehê da di operasyonên ewlekariya navxweyî da 40 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 985 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 88, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorê DEAŞê ra 51, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 885, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 3 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da hezar û 27 jê ji ber sûcên terorê, 47 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 267 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 341 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 25 jê kuştî, 2 jê sax û 13 jê jî teslimbûyî bi tevahî 40 terorîst hatin berterefkirin.
Hat ragihandin, di nava terorîstên berterefkirî da Serkan Tan ku navê wî yê kod "Serdar" e û di kategoriya kesk da lê digerin jî heye.
Herwiha di operasyonên li Tuncelî û Hekariyê da 6 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 3 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 365 kîlogram madeya teqemeniyê, 23 bombeyên destan, 20 jê giran 28 çek û hezar hezar û 197 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 507 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 562 kîlogram esrar, 73 kîlogram eroîn, 8 kîlogram kokaîn, 3,2 kîlogram kannabinoida sentetîk (bonzai), 4,7 kîlogram metamfetamîn, 9 hezar û 344 hebên ectasy, 62 hezar û 416 captagon, 2 hezar û 431 eczayê sentetîk, milyonek û 53 hezar û 550 serî kirkirk, 197 hezar û 364 pakêt cixareya qaçax û 41 ton û 91 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 407 jê li ser behrê bi tevahî 3 hezar û 673 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 47 kes hatin binçavkirin.