27 Tebax 2018•Rojanekirin: 27 Tebax 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di 20-27ê tebaxê da 5 jê qaşo payebilind 26 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, di çarçoveya têkoşîna ku bi rêxistinên terorê yên cudakar ra tê dayîn da hêzên ewlehiyê di hefteyekê da 2 hezar û 156 operasyon kirin.
Bi hinceta ku alîkarî/piştevaniya rêxistinên terorê kirine û bi rêxistinan ra têkildar in 62 jê ji ber sûcê terorê (PKK/KCK 33, DEAŞ 6, FETO/PDY 23), 3 hezar û 101 jê ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê bi tevahî 3 hezar û 163 kes hatin binçavkirin.
Di lîsteya terorîstên ku lêgerîna wan heye ya Wezareta Karên Navxweyî û kategoriya sor da Bariş Onerê bi kodnavê "Turk Tarik", di kategoriya gewr da Mehmet Şîrîn Ozenê bi kodnavê "Poyraz Agît", Fecrî Demirê bi kodnavê "Tolhildan", Mazlum Kaçanê bi kodnavê "Mazlûm Goyî" ku qaşo rêvebir e û Naîm Turkozê bi kodnavê "Andok" jî di nav da bi tevahî 26 (12 mirî, 9 sax/birîndar, 5 teslîm) terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da sitargehek hat xerabkirin. 14 çekên giran û lûledirêj, 13 bombeyên destan, hezar û 290 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin, teqemeniyeke destçêkirî hat îmhakirin.
Li dijî hişbir û qaçaxcîtiyê jî 2 hezar û 467 operasyon hatin kirin û di van operasyonan da bi tevahî 511,73 kîlo madeya hişbirê 169 hezar û 62 hebên hişbirê û 53 hezar û 779 kokên kirkirkê hatin bidestxistin.
Her wiha 97 çek, 114 hezar û 467 pakêt cixareya qaçax, 436 şîşe araq û şeraba qaçax hatin bidestxistin. Di van operasyonan da 3 hezar û 101 kes hatin binçavkirin.