Abdullah Tel
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got wan ji bo "dawî li îstismar û xapandinê bê" destûr nedan nimayîşa 700em ya dayikên şemiyê.
Wezîr Soylu beşdarî Bernameya Vekirina Qursa Qeymeqamiyê ya Heyama 104an a ku li Eywana Konferansa Yalçin Durmuş a Serokatiya Daîreya Perwerdehiyê hat kirin bû.
Soylu di axaftina li vê derê kir da bal kişand ser dayikên şemiyê yên dixwestin çalakiya xwe ya 700em li dar bixin û wiha pê da çû: "Me destûr neda lewra me xwest ku êdî dawî li vê xapandin û îstismarkirinê bê. Me destûr bida ku bila dayîktî ji hêla rêxistina terorê va bihata îstismarkirin û ji bo terorê jî wek qilf bihata bikaranîn. Li hemberî vê me jî çavê xwe bigirta.
- "Rêxistinên terorê li pey qadên din ên îstismarkirinê ne"
Wezîrê Karên Navxweyî destnîşan kir ku rêxistinên terorê yên îroyîn ji hêla hêzên veşartî va didin pey qadên din ên îstismarkirinê û wiha pê da çû: "Îro rêxistinên terorê ji hêla hêzên din va li pey qadên din ên îstismarê ne, li pey îstismara dayikan in. Tiştê ku tê xwestin bikin eşkere ye. Ji ser têgeha dayîktiyê dixwazin mexdûriyetê ava bikin û bi vê jî maskeya mexdûriyê li rêxistina terorê bikin û ji aliyekî va jî hewl didin civakê ji hev biqetînin.
Wezîr Soylu destnîşan kir ku ew nahêlin û destûr nadin ku Meydana Galatasarayê ji bo rêxistinên terorê qaşo bibe qada meşrû ya hevpar û wiha dewam kir: "Vî miletê hanê sed sal berê vî welatê hanê teslîmî xwediyê vana nekir û îro teslîmî bermayiyên wan qet nake û bila herkes jî vê wiha bizanibe."