12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
HATAY
Li Îskenderûna navçeya Hatayê li qehwexaneyekê kevok bi mezatê di navbera 100 lire û 5 hezar lireyî da tên firotin.
Çûkbaz li wê qehwexaneya taxa Dumlupinarêye tên bal hev ji bo bikaribin beşdarî mezatê bibin 3 lireyî didin û teklîfa xwe dikin.
Kevokên cûr bi cûr û yên di qesefê da li gor cins û nirxê xwe ji 100 lireyî dest pê dikin û heta 5 hezar lireyî jî tên firotin.
Xwediyê dikanê Mehmet Ceresun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew heftê du rojan yanî roja sêşem û înê mezatê dikin û wiha pê da çû: "Mezat êvarê dest pê dike û heta şevê dewam dike. Hin kes bi xwedîkirina kevokan debara mala xwe dikin ev êdî ji bo wan kar e. Milet ji herêm û navçeyên derdorê jî tê û tevlî mezatê dibe. Di her mezatê da nêzî 200 kes kom dibin. Hezkiriyên vê yekê gelek in ji 100 lireyî bigire heta 5 hezar lireyî ji bo kirîna kevokekê pere tê dayîn. Hin kes hene wesayîta xwe difiroşin û bi wî pereyî tên kevoka dikirin. Hin caran li vê derê bi bihayê erebeyekê kevok tê firotin."